Türkan Tosun
11 Adar 2021•Rojanekirin: 11 Adar 2021
Li Girava Cavayê ya Endonezyayê otobêseke xwendekaran û malbatên wan tê da bûn kete newalê herî kêm 27 kes mirin û 39 kes jî birîndar bûn.
Li gor daxuyaniya Wezareta Ragihandinê li nêzîkî bajarê Sumedangê otobêsa xwendekar, mamoste û malbatên wan tê da bûn û ji gerê vedigeriyan qeza kir û firiya newaleke 20 mêtroyî.
Di qezayê da herî kêm 27 kes mirin û 39 kes jî birîndar bûn.
Birîndar rakirin nexweşxaneyê û polêsan der barê qezayê da lêpirsîn dan destpêkirin.
Hin rêwiyan îdia kirin frena otobêsê xirabe bû, ji ber vê qeza çêbû.
Li Endonezyayê ji ber binesaziyê, bêtevdîriyê her tim qezayên trafîkê çêdibin.