İbrahim Atmaca
11 Adar 2021•Rojanekirin: 11 Adar 2021
Li Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) ji bo xatirê ku Papa Franciscusê pêşengê ruhanî yê Katolîkan Iraqê ziyaret kir bîranînê hatin amadekirin û ji pûlan li ser pûlekê nexşeyeke ku tê da beşek ji axa Tirkiye, Îran, Iraq û Sûriyeyê wekî Kurdistan nîşan dide hat çêkirin û Wezareta Karên Derva ya Îranê bertek nîşanî çêkirina vê nexşeyê da.
Li gor IRNAya ajansa fermî ya Îranê, Berdevkê Wezareta Karên Derva Seîd Xetîbzade der barê mijarê da daxuyanî da û diyar kir, di pûlên ku ji aliyê HKIyê va hatin pêşandan da çêkirina nexşeya ku welatên herêmê tê da cih digirin, dijî hiqûqa navneteweyî ye.
Xetîbzade wiha got, "Îranê der barê vê mijarê da îtirazên xwe ji hikûmeta Iraqê ra ragihand û bang kir ku demildest vî karê ku dostane nîne, serast bikin."
Wezareta Karên Derva ya Tirkiyeyê daxuyaniya nivîskî dabû û wiha gotibû: "Ji bo serastkirina vê xetaya xeternak em li benda meqamên HKIyê ne ku demildest daxuyaniyekê bidin."
Berdevkê Hikûmeta HKIyê Cotyar Adil jî wiha gotibû, "Hin hunermendan seba çapkirina pûlan mînak pêşkêş kirin. Lêbelê heta niha seba çapkirinê tu pûl nehatine pesendkirin. Pûlên ku wê seba çapkirinê werin neqandin, wê li gor qanûnan bin."