Khalid Mejdoup,Hamdi Yıldız
02 Rêbendan 2024•Rojanekirin: 02 Rêbendan 2024
Li herêma Azîlalê ya ku dikeve bakurê Fasê bi mezinahiya 5.1ê erd hejiya.
Li gor daxuyaniya Enstîtuya Jeofîzîkê ya Neteweyî ya Fasê, erdhej danê sibehê çêbû û di erdhejê da tiştek bi kesî nehat û zirar negihîşt mal û milk.
Serokê Enstîtuyê Nasir Cabûr daxuyanî da kanala têlevîzyonê ya fermî û diyar kir, îro bi mezinahiya 5.1ê erd hejiya û ev erdhej dewama erdheja li herêma El-Hûzê bû ku di 7ê Îlonê da bi mezinahiya 7an çêbûbû.
Li Fasê şeva 8ê Îlonê li El-Hûzê erd hejiyabû û di vê erdhejê da nêzî 3 hezar kes miribûn, ji 6 hezarî zêdetir kes jî birîndar bûbûn. Di vê erdhejê da li herêma Azîlalê jî gelek kes miribûn.