Orhan Onur Gemici
01 Cotmeh 2026•Rojanekirin: 01 Cotmeh 2026
ANKARA (AA) - Di danezana Lijneya Ewlehiya Neteweyî (MGK) da hat gotin ku "Hat destnîşankirin ku birêvebiriya Îsraîlê tedahud û berpirsyariyên xwe yên di mijara li Libnan û Xezeyê tesîskirina aştiyê bi cî nayne û êrîşên xwe didomîne û bangî civaka navnetewey kirin ku hember birêvebiriya Îsraîlê ya ku desthilatdariya Sûriyeyê jî îxlal dike û li herêmê dibe sedema astengkirina pêkanîna ewlehiyê pêngavên berbiçav biavêjin."
Piştî civîna MGKyê ya ku bi serokatiya Serokomar Recep Tayyîp Erdogan li Kuliyeya Serokomariyê hat kirin danezan hat weşandin.
Li gor danezana ku ji ser hesabê çapemeniya civakî ya Serokatiya Ragihandinê ya Serokomariyê hat weşandin di civînê da der barê fealiyetên ku di serî da PKK/KCK-PYD/YPG, FETO û DEAŞa rêxistinên terorê dijî her cure tehdîd û xetereyên dijî yekîtiya neteweyî, bihevrabûn û bekayê li nav welêt û dervayî welêt bi biryardarî û serkeftî tên kirin û geşedanên navneteweyî yên van demên dawîn diqewimin da agahî dan Lijneyê.
Di danezanê da hat gotin ku "Pêngavên ku ji bo Tirkiyeya Bêteror û Herêma Bêteror tên avêtin û pêşketina hat bidestxistin hatin nirxandin, hat gotin ku digel ewlehiya welat û gelê me hewldanên ji bo refah û aramiya cîranên me dê bi biryardarî bên domandin.
Danezanê da hat diyarkirin ku şerê di navbera Amerîka-Îsraîl û Îranê da tim û tim dubare dibe û guheriye çerxeke bêwaç û ev şikestinên li herêmê geş dike, bangewazî li aliyan hat kirin ku vegerin mizakereyan û dawî li îxtilafa ku encamên kurewî bere bere giran dikin bînin.
Danezanê da hat destnîşankirin ku birêvebiriya Îsraîlê tedahud û berpirsyariyên xwe yên di mijara li Libnan û Xezeyê tesîskirina aştiyê bi cî nayne û êrîşên xwe didomîne û bangî civaka navnetewey kirin ku hember birêvebiriya Îsraîlê ya ku desthilatdariya Sûriyeyê jî îxlal dike û li herêmê dibe sedema astengkirina pêkanîna ewlehiyê pêngavên berbiçav biavêjin.