Nuri Aydın
19 Berfanbar 2021•Rojanekirin: 20 Berfanbar 2021
Di Bagera Raiyê ya tesîr li ser qisma navîn û başûrê rojhilatê Filipînê kir da hejmara kesên mirin gihîşt 121î.
Li gor nûçeya Sky Newsê bagera ku hêza wê di saetekê da digîhîje 195 kîlometroyî bû sedema zirareke mezin û qûtbûna ceyranê.
Bager li herêmên navîn û başûrê rojhilatê zêde bû, hejmara miriyan gihîşt 121î û 13 kes jî birîndar bûn.
Li bajarê Boholê ya ku bagerê zêdetir zirar dayê hejmara miriyan gihîşt 72yan û 10 kes jî winda ne.
Waliyê Boholê Arthur Yap daxuyand divê şaredar bilez alîkariya xebatên acil bikin û hewcedariya gel ya av, xwarin û xurekê peyda bikin.
Ji ber bagerê li gelek gundan dar welgeriyan, lehî çêbû, avahî û rêyan zirareke mezin dîtin.
Qasî 780 hezar kesî ji bagerê zirar dît, 300 hezar gundî jî ji bo herêmên ewletir hatin tehliyekirin.
Artêşa Filipînê ji bo ku piştgiriya xebatên lêgerîn û xilaskirinê bike esker şand herêmê.
Serokê Dewletê Rodrîgo Duterte daxuyand wê alîkariyeke 40 milyon dolarî bê kirin.
Li welêt her sal qasî 20 bager çêdibin.
Di sala 2013yan da ji ber bagera Haîyanê ji 6 hezarî zêdetir kes miribûn û zirareke mezin çêbûbû.