Esra Taşkın
09 Nîsan 2025•Rojanekirin: 10 Nîsan 2025
Şaredarê Lyona bajarê Fransayê Gregory Doucet di çarçoveya lêpirsîna pêşda ku li gor îdiayê perê qamûyê derbasî zîmeta xwe kiriye da hat binçavkirin.
Li gor nûçeya ku çapemeniya Fransayê dispêre çavkaniyên ewlehiyê, Doucet ji ber sûcdarkirina gendeliyê li gorî saeta herêmî di 08.00î da hat binçavkirin. Di çarçoveya lêpirsînê da polêsê darayî îfadeya Doucet hildide.
Rayedarên şaredariyê daxuyanî da rojnameya Le Figaroyê û gotin ku binçavkirina ji ber sûcdariya gendeliyê merhaleyeke normal a pêvajoya lêpirsînê ye, Şaredar bi miqamên darazê ra di nava tevkariyeke têkûz da ye.
Li gor gotinê sûcdariya ku Şaredariya Lyonê di navbera salên 2016-2020î da 24 kes bi awayê bê usûl hildane kar jî di çarçoveya vê lêpirsînê da ye.