Cüneyt Sevindik
12 Îlon 2026•Rojanekirin: 12 Îlon 2026
Di çarçoveya lêpirsîna ku derbarê mirina peywirdarê berê yê Teşkilata Îstixbarata Neteweyî (MÎT) Kaşif Kozinoglu ya di girtîgehê da dîsa hate destpêkirin da, ji gora wî ya ku hat vekirin nimûne hatin girtin.
Li ser daxwaza Serdozgeriya Komarê ya Sîlîvriyê, bi armanca diyarkirina sedema teqez a mirina Kozinogluyê peywirdarê berê yê MÎTê ku di sala 2011an da jiyana xwe ji dest dabû û ji bo ku bê diyarkirin di mirina wî da midaxaleya kesên sêyemîn heye yan nîne, di çarçoveya biryara vekirina gorê da şandeya ku ji 3 pisporên tiba edlî, kîmyagerek û teknîkerekî otopsiyê pêk tê, hatin goristana li Umraniyeyê û ji bo vekirina gorê xebat dan destpêkirin.
Bi xebata şandeyê ra ji gora ku hate vekirin hestî, ax û nimûneyên din hatin girtin.
Nimûne ji bo ku bên vekolîn bi wesayîta veguhastinê ra ji bo Saziya Tibê Edlî hatin şandin.
Nimûneyên ku hatin girtin, dê li gel dîmenên kamerayê yên saziya înfazkirina cezayê, tomarên 112yê û belgeyên nexweşxaneyê bên nirxandin.
Piştî lêkolînan Desteya Pisporiyê ya Yekem a Saziya Tibê Edlî wê derbarê sedema teqez a mirina Kozinoglu da mutaleeyê amade bike ka gelo di mirina wî da midaxaleya kesê sêyemîn heye yan nîne.