Sinan Doğan
11 Tebax 2026•Rojanekirin: 11 Tebax 2026
Li Kolombiyayê ku li Amerîkaya Başûr welatek e, di erdheja mezinahî 7,4 da li gorî encamên destpêkê 132 kes mirin.
Saziya Lêkolînên Jeolojîk a DYAyê (USGS) ragihand ku navenda erdhejê nêzî 5 kîlometre li rojhilatê bajaroka San Jose del Palmar a li rojavayê Kolombiyayê ye û mezinahiya wê 7,4 e.
Di daxuyaniyê da hat diyarkirin ku erdhej 107 kîlometre di kûrahiyê da çêbû.
Erdheja ku di serî de li herêma rêveberiya Choco, li gelek bajarên welat ên wekî Barranquilla, paytext Bogota, Medellin, Manizales, Pereira û Bucaramanga hat hîskirin, bû sedema panîkeke mezin.
Xebatên ji bo tespîtkirina zirarê berdewam dikin.
Serokomarê Kolombiyayê Abelardo De La Espriella, di daxuyaniya ku li ser hesabê xwe yê platforma medyaya civakî X (ku navenda wê li DYAyê ye) da diyar kir ku ew rasterast rewşa awarte ya li bajaroka San Jose del Palmar a ku navenda erdhejê ye bi rê va dibe.
De La Espriella ev tişt anîn ziman:
"Min ferman da ku ji bo destnîşankirina zirarê, tespîtkirina hewcedariyên kesên ku bandor li wan çêbûye û ji bo kordînekirina midaxeleyê, Navenda Komûtaya Hevpar bê avakirin. Min ji dîrektorê UNGRDyê (Yekeya Rêveberiya Rîska Afatê ya Neteweyî) raporeke berfireh a derbarê rewşa heyî û hewcedariyên herî bilez da xwest. Her wiha ji bo ku ez piştgiriyê bidim kesên bandorlêbûyî û midaxeleya hikûmetê li cihê bûyerê koordine bikim, ez ê bixwe li Pereirayê bim."
- Li Manizalesê 4, li Pereira yê 18 kes mirin
Şaredarê bajarê Manizalesa girêdayî eyaleta Caldasê Jorge Eduardo Rojas Giraldo ragihand ku piştî erdheja dijwar, bajar rûbirûyî rewşeke krîtîk bû û heta niha 4 kes mirin.
Giraldo diyar kir ku li bajêr zêdetirî 10 avahî bi temamî hilweşiyan û di gelek avahiyan de jî zirara qismî çêbû.
Giraldo da zanîn ku zêdetirî 20 xanî hilweşiyan û bal kişand ku ji ber berdewamiya xebatên lêgerîn û rizgarkirinê, dibe ku ev hejmar zêde bibe.
Şaredarê Pereirayê Mauricio Salazar Pelaez jî di daxuyaniya xwe ya ji bo çapemeniyê da diyar kir ku li bajêr 18 kes mirin.
Salazar bal kişand ser ku ew texmîn dikin gelek kes hîn jî di bin kavilan da ne û diyar kir ku ew bifikar in ku hejmara kesên mirin, zêde bibe.
Di vê navberê da li bajêr zirar gihîşt Balafirgeha Navdewletî ya Matecana û binesaziyê.