İbrahim Atmaca
03 Berfanbar 2017•Rojanekirin: 04 Berfanbar 2017
ANKARA
Hat ragihandin ku li Koreya Başûr tekneya masîgiran û keştiya sotemeniyê li hev ketin û di qezayê da 13 kes mirin, 2 kes winda bûn.
Li gor nûçeya ajansa Yonhapê, Ewlehiya Qerax ya Koreya Başûr daxuyanî da û got ku li ser behra bajarê Incheonê tekeneya masîgiran ku 9,8 ton giran e û keştiya sotemeniyê ku 336 ton e, li hev qelibîn û binav bû.
Rayedarekî ku Ewlehiya Qerax ku nexwast navê xwe bêje got ku dema qeza çêbû di tekneyê da 2 jê muretebat 22 kes hebûn.
Ji tekneya ku binav bû 7 kes hatin rizgarkirin, 13 kes mirin, 2 kes jî winda ne.
Hat ragihandin ku di qezaya ku li nêzî Girava Yeongheungê çêbû da keştiyê xesar hilneda. Xebatên lêgerîn û xelaskirinê dewam dikin.
.