Nazir Aliyev Tayfur
31 Tebax 2023•Rojanekirin: 02 Îlon 2023
Wezareta Polîtîkayên Çand, Enformasyon, Spor û Ciwaniyê ya Qirxizistanê ragihand, biryar dane ku li Qirxizistanê TikToka platforma medyaya civakî qedexe bikin.
Navenda Çapemeniyê ya Wezareta Polîtîkayên Çand, Enformasyon, Spor û Ciwaniyê ya Qirxizistanê di daxuyaniya nivîskî da destnîşan kir ku ji gelek saziyên civakî yên sivîl gilîdarî hatine ku TikTok bandoreke neyînî li ser hiş û derûniya zarokan çêdike.
Di daxuyaniyê da hat diyarkirin biryara qedexekirina TikTokê ji ber armancên jeopolîtîk nîne û hat gotin ku ev platforma medyaya civakî bandoreke neyînî li ser exlaq û derûniya zarokan dike.