Şerife Çetin
31 Tebax 2023•Rojanekirin: 01 Îlon 2023
Kordînatorê Ragihandinê yê Konseya Ewlekariya Neteweyî ya Qesra Spî John Kirby ragihand ku Ew pêşhatên li Gabonê ji nêz ve dişopînin û ew rewş "rewşeke bi fikar e".
Kirby di daxuyaniya xwe ya ji bo rojnamevanan de destnîşan kir ku DYA bi berdewamî ewê piştevanê gelê herêmê û Gabonê be û diyar kir ku ewê di xebata digel hevkarên xwe yên li Afrîkayê û piştevaniya demokrasiyê bidomînin.
Kirby got, "Em pêşhatên li Gabonê, hewla derbeya eskerî ji nêz ve dişopînin. Ev pêşhata ku bi awayekî dijî Destûrê û bi hewla derbeyê herêm hejand rewşeke bi fikar e."
Kirby di bersiva pirsa gelo li herêmê "trend"eke wisa heye yan na de got, "Li welatekî rayedarên eskerî dema gavên bi vî hawî xeternak diavêjin, cihê fikarê ye. Lê hê zûye meriv jê re bêje 'trend'."