Hat ragihandin ku li Sûriyeyê yekîneyên artêşa Esed li çend bajaran operasyon kirin û di encama operasyonan de 34 kes hatin kuştin.
Di daxuyaniya Rêxistina Mafên Mirovan a Sûriyeyê (RMMS) de hat diyarkirin ku hêzên rejimê ji hewa û bejayê êrîşî herêmên di destê mixalifan de ne kirin û di encama operasyonan de li Helebê 13, li Îdlibê 7, li der û dorên Şamê 6, li Humsê 3, li Hamayê 3, li Deyrezorê kesek û li Derayê kesek bi tevahî 34 kes hatin kuştin.
Ji hêla din ve Komiteya Kordînasyona Herêmê ya Sûriyeyê (KKHS) jî diyar kir ku mixalifan êrîşî girtîhega navendê ya Helebê kirin û di êrîşê de gelek leşkerên rejimê hatin kuştin û erebeyên wan hatin şewitandin.
Di daxuyaniyê de hat eşkerekirin ku firokeyên artêşa Esed bombeyên warêlê li ser herêmên di destê mixalifan de ne dibarînin û li Şam, Dera, Muleyha, Cobar, Duma û Kabûnê gelek bombe teqyan.
Ji aliyê din ve SANAya ajansa nûçeyan a fermî ya Sûriyeyê diyar kir ku hêzên ewlekariyê li çend bajaran operasyon kirin û di operasyonan de gelek kesên çekdar hatin kuştin û erebeyên wan hatin şewitandin.