QAHIRE
Hat ragihandin ku hêzên ewlekariya Misrê 57 endamên Teşkîlata Birayên Misilman (Îxwan) desteser kirin.
Li gorî daxuyaniya Wezareta Karên Navxweyî li bajarê Benî Sûweyfa li başûrê Qahireyê û li bajarê el-Feyyûma li rojavayê başûrê Qahireyê li dijî teşkîlata Îxwanê operasyon hatin lidarxistin û 57 kesên ji kadroya rêveberiya Îxwanê hatin binçavkirin.
Hat diyarkirin di nava kesên ku bi hinceta "şidestê teşwîq dikin, diavêjin li ser qereqolên polêsan û zirarê didin malê dewletê" hatin desteserkirin de yek ji rayedarên Îxwanê û rêveberê perwerdeya ETSAyê Ebdusselam Şûayîbê 56 salî jî heye.
Xeynî vê hat destnîşankirin di operasyona li bajarê Benî Sûweyfê de endamê Partiya Azadî û Dadê ya şaxa siyasî ya Îxwanê û parlementerê berê Şakir ed-Dîb jî hat desteserkirin.
Hat diyarkirin ku hin kesên hatin binçavkirin polês bi hinceta "beşdarî bûyerên tundiyê bûn û bombe teqandin" li wan digere.
Piştî ku di 3yê tîrmehê de artêşa Misrê derbe li dijî Serokomar Mihemed Mûrsiyê ku cara ewil bi rêyên demokratîk ve bû serokomar kir, hezên ewlekariyê li seranserê welat dest bi desteserkirina rayedarên Îxwanê kiribû.