Türkan Tosun
22 Gulan 2018•Rojanekirin: 23 Gulan 2018
STOCKHOLM
Hat ragihandin li Swêdê ji bo ku gel der barê şer û rewşên qeyranê de bibin xwedî agahî wê li 4.8 milyon avahiyan broşûr bên belavkirin.
Ajansa Rîskên Sivîl a Swêdê daxuyand broşûra 20 rûpelî ya bi navê "Heke Şer û Qeyran Çêbibe" ji bo ku welatî li hember şer, qeza, êrîşên sîber, hewaya nebaş û mijarên bi vî rengî bibin xwedî agahî û bizanibin di nav rewşên wiha de divê çawa tevbigerin, wê bên belavkirin.
Broşûr wê di hefteya Amadehiya Rewşa Acil a di navbera 28ê gulanê- 3yê hezîranê de bên belavkirin.
Tê gotin ev broşûr wê ji bo Swêda ku nifûsê wê 10 milyon e bibe alîkar ku gel der barê van mijaran de bibin xwedan agahî.
Di belavokê de behsa tiştên ku divê di nav qutiya rewşa acil de hebin tê kirin û tê gotin heke di rewşa acil de bankamatîk nexebitin divê welatî hinek pereyê neqît bixin bêrîka xwe ku bê pere nemînin.
Wezîfedarên ku 9 zimanan dikarin biaxivin wê heta 29ê hazîranê li ser telefonê û înternetê pirsên welatiyan bibersivînin.
Çapa ewil a "Heke Şer û Qeyran Çêbibe" dema Şerê Duyem ê Cîhanê hatibû weşandin.