Atila Altuntaş ,Salih Okuroğlu
15 Tebax 2025•Rojanekirin: 19 Tebax 2025
Polêsên Swêdê ragihandin ku li bajarê Orebroyê li mizgeftekê piştî nimêja înê êrîşa çekdarî hat kirin û ji ber êrîşê 2 kes birîndar bûn.
Li ser malpera fermî ya Polêsên Swêdê hat diyarkirin ku li gor îxbarê, li bajarê Orebroyê bi saeta herêmî di 13.45 li texma mizgeftekê piştî nimêja înê êrîşa çekdarî çêbûye û polês çûne ciyê bûyerê.
Li gor nûçeya SVTya televizyona dewletê ya Swêdê, Berdevkê Polêsan Lars Hedelin diyar kirye ku ji ber êrîşê 2 kes birîndar bûne.