Li Sakaryayê traktora karkerên bindeqan welgeriya, 18 kes birîndar bûn
Li Hendeka navçeya Sakaryayê traktora karkerên bindeqan tê da bû welgeriya, 18 kes birîndar bûn.
Gürkan Özer
02 Îlon 2026•Rojanekirin: 02 Îlon 2026
photo: Gürkan Özer / AA
SAKARYA
Traktora bi plakaya 54 KN 685 a ku E.D diajot û di romorka wê da karkerên bindeqan hebûn li texma Dîkbayirê ya Taxa Kahramanê di rêya vegerê da welgeriya.
Li ser îxbarê ekîbên tenduristî, îtfaiye û cendirmeyan sewqî cihê qezayê kirin.
18 kesên di qezayê da birîndar bûn rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Hendekê.