Türkan Tosun
13 Adar 2018•Rojanekirin: 14 Adar 2018
ANKARA
Li Sûriyeyê ji ber şerê navxweyî yê ku 7 sal in dewam dike, hewcedariya 8,6 milyon zarokan bi alîkariyê heye.
Li gor rapora Fona Alîkariyê ya Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) li Sûriyeyê di navbera sala 2014-2017an de 2 hezar û 500 zarok hatin kuştin.
Di raporê de hat gotin hejmara rastîn dibe ku ji vê zedetir be û li welêt îro ji 10 milyon zarokan jê 8,6 milyon zarok acil alîkariyê dixwazin, qasî 6 milyon zarok jî malên xwe terk kirine.
Hat gotin hejmara zarokên ku naçin mektebê 2,5 milyon e, li cihên ku pevçûn rawestiyane jî 3,3 milyon zarok ji ber mayîn û muhîmatên teqemeniyê yên ku neteqiyane di talûkeyê de ne.
Di raporê de hat gotin di sala 2017an de li dijî saziyên perwerde û tenduristiyê 175 êrîş hatine kirin, di herdu mehên ewil ên sala 2018an de jî ji hezarî zêdetir zarok mirine, an jî birîndar bûne. Ji bilî vê li Sûriyeyê ji ber mayînan kesên ku mirine jê ji sedî 40 zarok in.
Raporê bal kişande ser derûniya zarok û rewşa zarokên astengdar û hat gotin li hember tundiyê ew zêdetir dibin hedef, divê alîkarî bê kirin.
Rêvebirê Amerîkaya Bakur û ya Rojhilata Navîn a UNICEFê Geert Cappelaere behsa tesîra nebaş a şer a li ser zarokan kir û wiha axivî: "Bi hezaran zarok hatin kuştin û hê jî tên kuştin. Bi deh hezaran zarok giran birîndar bûn. Ji wan gelek wê şopa van heta hetayî di jiyana xwe de winda nekin. Ji ber şer bi hezaran zarok seqet man."
Di 15ê adara 2011an de komeke xwendekaran li bajarê Derayê li ser dîwarê mektebekê nivîseke "Gel dixwaze rejim bila xirab bibe" nivîsandibû û ev bûbû sedem ku gel serî hilde. Bi vê bûyerê va şerê navxweyî ya li Sûriyeyê dest pê kiribû.
Şer sala xwe ya 7an tijî kir, bi sed hezaran sivîl mirin, 5 milyon û 600 sivîlan terka welatê xwe kir.