Haydar Şahin
13 Adar 2018•Rojanekirin: 13 Adar 2018
HATAY/EFRÎN
Li Efrîna herêma Sûriyeyê hêzên ewlekariyê teqemeniyên ku terorîstên YPG/PKK-DEAŞî di nav kevir, rê, xanî û zinaran da bi cî kirine îmhe dikin.
Di çarçoveya Operasyona Çiqlê Zeytûnê ya ku Artêşa Tirkiyeyê li Efrînê dimeşîne da herêm ji terorîstan tê paqijkirin, ji hêla din va endamên rêxistinê wekî ku li Başûrê Rojhilatê Anadoluyê di çalakiyên hendekan da kiribûn, mayîn û teqemenî wekî dafik danîne.
Terorîst teqdîkên ku li Nisêbîn, Yuksekova, Cizîr û Silopiyê kiribûn li Efrînê jî bi kar tînin. Dema ku fêm dikin herêmê ji destê wan here teqemenî û mayînan bi cî dikin.
- Di derî, pencere, dolab û sobeyan da defikên teqemeniyê
Hêzên ewlekariyê li herêmên ji terorîstan hatin sitandin teqîbatê dikin, tesbît kirin ku terorîstan li ber kevir, zinar û rêyan teqemenî bi cî kirine.
Terorîstên YPG/PKK-DEAŞî di gelek xanî, tewle û gomên welatiyan da wek dafik teqemenî bi cî kirine, hat dîtin ku li hin malan bombe xistine hundirê sobeyan.
Mehmetçikên ku bi şev û roj bênavber li dijî terorîstan têkoşînê didin ji bo ewlehiya hêzên ewlekariyê û sivîlan teqemeniyên li herêmê tesbît dikin û îmhe dikin.
Mehmetçik li herêmên ku ji terorîstan hatin paqijkirin bombeyên dişibin amûrên cuda dibînin, personelên pispor bi cîhazên teknolojîk va teqemeniyan dibînin û îmhe dikin.