Li Sûriyeyê navenda bajarê Derayê ket destê komên mixalif
Ethem Emre Özcan,Ömer Koparan,Eşref Musa,Mehmet Burak Karacaoğlu,Ahmet Karaahmet,Mehmet Şah Yılmaz
07 Berfanbar 2024•Rojanekirin: 07 Berfanbar 2024
Dera
Li Sûriyeyê navenda bajarê Deraya li ser sînorê Urdinê ku lê di sala 2011an da tevgerên gel dest pê kiribûn, ket destê komên mixalif yên ku dijî rejima Beşar Esed şer dikin.
Mixalifên eskerî yên li Deraya li başûrê Sûriyeyê dijî hêzên rejimê şer kirin, li derdora bajêr gelek cî hildan.
Piştî pevçûnan komên mixalif navenda Derayê ji hêzên rejimê hildan.