Ahmet Karaahmet,Eşref Musa,Mehmet Burak Karacaoğlu,Ömer Koparan,Zeynep Katre Oran
07 Berfanbar 2024•Rojanekirin: 08 Berfanbar 2024
Li Sûriyeyê hêzên rejima Beşşar Esed mewziyên li herêma Xuteya Rojhilat ya Şamê ku sala 2018an êrîşa kîmyayî li dar xistibûn û wisa hildabûn, vala dikin.
Li Sûriyeyê hêzên rejimê ji berpevçûnên ku ji 27ê mijdarê va berdewam in, bi berdewamî kontrola herêman ji dest didin.
Piştî ku êdî çekdar dikevin banliyoyên başûr ên Şama paytext, hêzên rejimê ji Xuteya Rojhilat vedikişin.
Rejima Esed li Xuteya Rojhilatê ji herêmên Haresta, Arbîn û Dumayê vekişiya.
- Li Sûriyeyê çekdarên mixalif êdî dikevin banliyoyên başûr ên Şamê
Ji aliyeki din, li Sûriyeyê çekdarên mixalif ên ku li hember hêzên rejima Beşşar Esed êdî dikevin banliyoyên başûr ên Şama paytexta Sûriyeyê.
Çekdarên ku li başûrê rojavayê wî welatî navenda bajarê Quneytrayê bi dest xistin, ber bi navenda Şamê va pêş ketin.
Çekdarên ku şer bi hêzên rejimê ra dikin, ketin banliyoya Dareyyeya ku dikeve başûrê paytext Şamê.
Di dîmenên ku hat destnîşankirin ji navenda Şamê tê parvekirin, xuya dike ku unsûrên rejimê cilên xwe yên eskerî jê dikin û cilên sivîl li xwe dikin.
Di dîmenan da herwiha xuya dike ku hinekyekeyên artêşa rejimê ku ber bi navenda Şamê va vekişiyane di encama têkçûna zincîra fermandariyê berbilav dibin.
Hat ragihandin ku tevî herêmên Dareyye, Keswa, Sehneya, Muezemiye, Xercele, li herêma Ceremeya ku bi piranî Durzî lê dijîn, hêzên rejimê hatin derxistin, posterên Esed hatin şewitandin û peykerên wî hatin rûxandin.
- Kontola navenda bajarê Suweydayê ket destê mixalifan
Ji aliyeki din, kontrola navenda bajarê Suweydayê ya li başûrê Sûriyeyê cî digire ket destê komên mixalif.
Li gor agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatin bidestxistin komên herêmî yên mixalif ên li bajarê Suweydaya ku li başûrê welêt cî digire û piraniya wê Durzî ye li navenda bajêr kontrol bi dest xist.
Komên mixalif ên Suweydayî duh di hevdîtina xwe da ya bi rejimê ra ji rejimê xwestibû ku hêzên xwe ji tevahiya bajêr vekişin. Koman ji bo ku ji bajêr derkevin 24 saet wext dabû hêzên rejimê.

- Rejima Sûriyeyê ji rojhilatê Çemê Feratê vekişiya
Li Sûriyeyê hezên rejima Beşar Esed li rojhilatê bakurê welêt ji navenda bajarê Hesekeyê û li herêmên li navçeya Qamişloyê vekişiyan û herêmên navborî ji dagiriya PKK/YPGya rêxistina terorê ra hiştin.
Hêzên rejima Esed li rojhilatê bakurê welêt ku bi PKK/YPGyê ra tevdigeriya ji Heseke û navçeya Qamişloyê vekişiya.
Hêzên rejimê ji rojhilatê Çemê Feratê vekişiyan û herêmên navborî ji dagiriya PKK/YPGya rêxistina terorê ra hiştin.
Artêşa rejimê duh jî kontrola navenda bajarê Dêrezora li ser sînorê Iraqê dewrî PKK/YPGya rêxistina terorê kiribû.
- Li Sûriyeyê navenda bajarê Derayê ket destê komên mixalif
Ji aliyeki din, li Sûriyeyê navenda bajarê Deraya li ser sînorê Urdinê ku lê di sala 2011an da tevgerên gel dest pê kiribûn, ket destê komên mixalif yên ku dijî rejima Beşar Esed şer dikin.
Mixalifên eskerî yên li Deraya li başûrê Sûriyeyê dijî hêzên rejimê şer kirin, li derdora bajêr gelek cî hildan.
Piştî pevçûnan komên mixalif navenda Derayê ji hêzên rejimê hildan.
