Li Sûriyeyê desthilatdariya bi xwîn a 61 salan a Partiya Baasê ya ku di sala 1963yan da li welêt bû desthilatdar û piştî ku di sala 2011yan da li welêt şerê navxweyî ya ji ber daxwaza azadiyê ya gel dest pê kir û hewl da ku bi darê zorê û tundiyê wan têk bibe, dema ku kontrola paytext Şamê ji destê wê derket têk çû.
Partiya Baasê ya Ereb a Sosyalîst di sala 1963yan da bi darbeyê li Sûriyeyê bû desthilatdar.
Hafiz Esedê bavê Beşar Esed di sala 1970ê da bi darbeyeke navpartiyê bû desthilatdar û di sala 1971ê da jî bû serokê Sûriyeyê.
Beşar Esed piştî mirina bavê xwe di sala 2000î da bû serokê rejîma Baasê.
Desthilatdariya Esed û Baasê dema ku komên li dijî rejîmê ketin paytext Şamê bi dawî bû.
Li Sûriyeyê di sala 2011yan da tevgerên gel ên daxwaza azadiyê dest pê kir, lê rejîm li dijî wan tund tevgeriya.
Ji ber midaxaleya rejîmê bi hezaran kes hatin kuştin, ev pêvajo bû sedema şerê navxweyî.
Di vê pêvajoyê da komên çekdar ên mixalif ketin nav têkoşîneke demdirêj.
Herçiqas zexta navneteweyî li ser rejimê hat kirin ku pirsgirêk bi rêya dîplomasî û aştiyê bê çareserkirin jî, rejimê guh neda vê.
Li Sûriyeyê piştî şer û pevçûnên ku di 27ê Mijdarê da zêde bûn, ji Heleb, Îdlib û Hemayê dest pê bike li gelek herêman rejimê kontrola welêt ji dest da.
Herî dawîn bi derketina gel a li kolanan a li paytext Şamê ra, hêzên rêjîmê ji saziyên kamuyê û kolanan vekişiyan. Li ser vê komên li dijî rêjîmê li navenda bajêr hêza xwe zêde kir.
Bi vî awayî rejîma Baasê ya bi xwîn a 61 salan û desthilatdariya malbata Esed a 53 salan bi dawî bû.
- Daxuyaniya Serokwezîrê rejîma têkçûyî
Serokwezîrê hikûmeta Beşar Esed Mihemed Xazî El-Celalî di peyama xwe ya vîdeoyê ya ku li ser hesabê xwe yê medyaya civakî parve kir da wiha got: "Em amade ne ku bi hikûmeteke ku ji aliyê gelê Sûriyeyê va hatiye hilbijartin ra bixebitin û her cure piştgiriyê bidin."
Celalî bang kir ku bila kes zirarê nede mal û milkên kamuyê û wiha dewam kir: "Em destê xwe dirêjî mixalifên ku dibêjin ew ê têkilî kesî nebin, dikin. Sûriye ya hemû Sûriyeyiyan e. Ev welat dikare bibe welatekî normal, ev welat dikare bi cîranên xwe û cîhanê ra têkiliyên baş ava bike. Ev rêvebirî girêdayî hilbijartina gelê Sûriyeyê ye. Em amade ne ku bi rêveberiya nû ya ku wê bê hilbijartin ra hevkariyê bikin, her cure piştgiriyê bidin wan û bi hêsanî dosyayên dewletê veguhezînin wan."
- Daxuyaniya serokê Heyet Tehrîr El Şamê Ehmed El Şara
Ehmed eş-Şerayê (Ebû Mihemed el-Colanî) lîderê Heyet Tehrîr Şama koma çekdar a dijî rejimê di daxuyaniya xwe ya li ser medyaya civakî da hişyarî da ku li Şamê tu kes nêzîkî saziyên qamûyê nebe û wiha got, "Nêzîkbûna ber bi saziyên qamûyê bi awayekî teqez qedexe ye. Ev sazî heta bi fermî neyên dewrkirin dê di bin çavdêriya Serokwezîrê berê da bin. Guleagirkirina ber bi hewa da jî qedexe ye."
- Geşedanên li Sûriyeyê
Li çoltera rojavayê parêzgeha Helebê ya li bakurê Sûriyeyê di 27ê Mijdarê da di navbera hêzên rejima Beşar Esed û komên çekdarên dijî rejimê da şer û pevçûnan dest pê kiribû.
Komên dijî rejimê yên ku di 30ê Mijdarê da beşeke mezin a navenda Helebê bi dest xistin, heman rojê li tevahiya Îdlibê serweriya xwe pêk anîbûn. Piştî pevçûnên giran komên çekdar ên dijî rejimê di 5ê Berfanbarê da navenda bajarê Hemayê ji hêzên rejimê sitandibûn.
Komên dijî rejimê her wiha hin cihên parêzgeha Humsê jî bi dest xistibûn û li vir dest bi pêşreviyê kiribûn.
Li parêzgeha Derayê ya li ser sînorê Sûriyeyê yê bi Urdinê ra mixalifên eskerî di 6ê Berfanbarê da operasyon dabûn destpêkirin, piştî pevçûnan navenda parêzgehê ji hêzên rejimê sitandibûn.
Tevahiya parêzgeha Suweydayê ya li başûrê welêt jî di 7ê Berfanbarê da ketibû bin kontrola mixalifan. Heman rojê mixalifên xwecihî yên li Quneytrayê jî li navenda parêzgehê kontrola xwe edilandibûn.
Li parêzgeha Humsê ya ku berê wê li paytextê ye jî hêzên dijî rejimê di 7ê Berfanbarê da navenda bajêr kiribûn bin kontrola xwe.
Komên ku li rojavayê başûrê Şamê li dijî hêzên rejima Esed bi pêş da çûbûn, di 7ê Berfanbarê da ketibûn banliyoyên başûr ên paytextê. Hêzên rejimê jî li Şamê ji Wezareta Parastinê, Wezareta Karên Navxweyî û balafirgeha navneteweyî vekişiyabûn.
Piştî ku komên çekdarên dijî rejimê li paytextê bûn serwer, rejima Esed 8ê Berfanbarê serê sibehê kontrola tevahiya paytextê ji dest dabû.
Di Operasyona Şefeqa Azadiyê da ya ku Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê di 1ê Berfanbarê da li dijî rêxistina terorê PKK/YPGyê dabû destkirin, navenda navçeya Til Refetê ji terorê hatibû rizgarkirin.
![]()
Di vîdeoya ku li ser televizyona dewletê ya Sûriyeyê hat weşandin da, hat gotin ku Esed ji desthilatiyê hat daxistin û girtî hatin berdan
Li Sûriyeyê piştî ku komên çekdar ên li dijî rêjîma Beşar Esed kontrola paytext Şamê bi dest xistin û rêjîma Esed têk çû, li ser televizyona dewletê ya Sûriyeyê vîdeoyek hat weşandin û komeke mixalif ragihand ku Beşar Esed ji desthilatiyê hat daxistin û hemû girtiyên di girtîgehan da jî hatin berdan.
Li Sûriyeyê piştî ku rejîm têk çû, televizyona dewletê ya Sûriyeyê vîdeoyeke ku komeke mixalif daxuyaniyê dide, weşand.
Di vîdeoyê da hat ragihandin ku Esed ji desthilatiyê hat daxistin û hemû girtiyên di girtîgehan da jî hatin berdan.
Kesê ku li ser navê mixalifan daxuyanî da, bang li hemû mixalîf û welatiyan kir ku bila ew saziyên "dewleta Sûriyeyê ya azad" biparêzin û got "Bijî dewleta Sûriyeyê ya azad a hemû Sûriyeyiyan."
- Geşedanên li Sûriyeyê
Li çoltera rojavayê bajarê Helebê ya li bakurê Sûriyeyê di 27ê Mijdarê da di navbera hêzên rejima Beşar Esed û komên çekdar ên li dijî rejimê da şer û pevçûnan dest pê kiribû.
Komên li dijî rejimê yên ku di 30yê Mijdarê da beşeke mezin a navenda Helebê bi dest xistin, heman rojê li tevahiya Îdlibê jî serweriya xwe pêk anîbûn.
Piştî pevçûnên giran komên çekdar ên li dijî rejimê di 5ê Çileya Pêşîn da navenda bajarê Hemayê ji hêzên rejimê sitandibûn.
Komên li dijî rejimê her wiha hin cihên bajarê Humsê jî bi dest xistibûn û li vir pêşva çûbûn.
Li bajarê Derayê ya li ser sînorê Sûriyeyê yê bi Urdinê ra mixalifên eskerî di 6ê Çileya Pêşîn da operasyon dabûn destpêkirin û piştî pevçûnan navenda bajêr ji hêzên rejimê sitandibûn.
Tevahiya bajarê Suweydayê ya li başûrê welêt jî di 7ê Çileya Pêşîn da ketibû destê mixalifan. Heman rojê mixalifên xwecihî yên li Quneytrayê jî li navenda bajêr kontrola xwe edilandibûn.
Li bajarê Humsê ya ku berê wê li paytextê ye jî hêzên li dijî rejimê di 7ê Çileya Pêşîn da navenda bajêr kiribûn bin kontrola xwe.
Komên ku li rojavayê başûrê Şamê li dijî hêzên rejima Esed bi pêş da çûbûn, di 7ê Çileya Pêşîn da ketibûn taxên başûr ên paytextê. Hêzên rejimê jî li Şamê ji Wezareta Parastinê, Wezareta Karên Navxweyî û balafirgeha navneteweyî vekişiyabûn.
Piştî ku komên çekdar ên li dijî rejimê li paytextê bûn desthilatdar, rejima Esed di 8ê Çileya Pêşîn da serê sibê kontrola tevahiya paytextê ji dest dabû.
Di Operasyona Şefeqa Azadiyê da ya ku Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê di 1ê Çileya Pêşîn da li dijî PKK/YPGya rêxistina terorê dabû despêtkirin, navenda navçeya Til Rifetê ji terorê hatibû rizgarkirin.
Li Sûriyeyê çekdarên mixalif êdî dikevin banliyoyên başûr ên ŞamêLi Sûriyeyê çekdarên mixalif ên ku li hember hêzên rejima Beşşar Esed êdî dikevin banliyoyên başûr ên Şama paytexta Sûriyeyê.
Çekdarên ku li başûrê rojavayê wî welatî navenda bajarê Quneytrayê bi dest xistin, ber bi navenda Şamê va pêş ketin.
Çekdarên ku şer bi hêzên rejimê ra dikin, ketin banliyoya Dareyyeya ku dikeve başûrê paytext Şamê.
Di dîmenên ku hat destnîşankirin ji navenda Şamê tê parvekirin, xuya dike ku unsûrên rejimê cilên xwe yên eskerî jê dikin û cilên sivîl li xwe dikin.
Di dîmenan da herwiha xuya dike ku hinekyekeyên artêşa rejimê ku ber bi navenda Şamê va vekişiyane di encama têkçûna zincîra fermandariyê berbilav dibin.
Hat ragihandin ku tevî herêmên Dareyye, Keswa, Sehneya, Muezemiye, Xercele, li herêma Ceremeya ku bi piranî Durzî lê dijîn, hêzên rejimê hatin derxistin, posterên Esed hatin şewitandin û peykerên wî hatin rûxandin.

Mixalifên li başûrê Sûriyeyê yên Amerîka piştgirê wan e ber bi Şamê va pêş dikevin
Li Sûriyeyê di pevçûnên ku di 27ê sermawezê da zêde bûn cihên ku ji destê hêzên rejima Sûriyeyê derketin û paşvekişîna wan dewam dike, komên mixalif ên li başûrê welêt li sînorê Urdin û Iraqê bi cî bûne û Amerîka piştgirê wan e hem ber bi bakur hem jî ber bi paytext Şamê va pêş dikevin.
Hêzên Artêşa Azad a Sûriyeyê (AAS) ku koma mixalif a çekdar e û Amerîka piştgiriyê didê li herêma Tenefê ya li nav axa Sûriyeyê ya ku li sêgoşeya Iraq-Sûriye-Urdinê cî digire li cihên ku rejim lê serdest bû pêş dikeve.
Pêşketina hêzên AASê piştî ku di 27ê sermawezê da hêzên rejima Beşar Esed li Heleb, Îdlib, Hema û Humsê bi lez hember hêzên dijberê rejimê têk çûn û cî ji dest wan derketin û li rojhilatê welêt cihê ku lê serdest bû dewrê PKK/PYDya rêxistina terorê kir, dest pê kir.
AAS ji sehaya ku li sînorê Iraq-Urdinê bi cî bûye ber bi bakur va pêş dikeve û piştî ku navçeya Tedmurê (Palmîra) bi dest xist berê xwe da rojava ber bi paytext Şamê.
AASê di îstiqameta bakur û rojava da Çiyayên Amurê û Hemadê, sehaya neftê ya T2yê û Tîbas, Rezuz û Qesr Hîrê ji destê hêzên rejimê derxistin.

news_share_descriptionsubscription_contact
