Berfin Sidar Aşit
21 Tebax 2026•Rojanekirin: 21 Tebax 2026
Mozvanên li Mutkiya navçeya Bedlîsê, li zozanên bilind yên ku xwedî dewlemendiya nebatî ne, dest bi berhevkirina hingivê "kewarên reş" kirin.
Waliyê Bedlîsê Ahmet Karakaya li navçeyê çû ziyareta mozvanan û bi wan ra beşdarî derxistina hingivê kewarên reş bû.
Karakayayê ku bi cilûbergên taybet yên mozvaniyê ligel hilberîneran hingiv berhev kir, diyar kir ku Bedlîs di warê hejmara giştî ya koloniyên mozhingivan da, bi qasî 300 hezar kewarî, li Tirkiyeyê di rêza çaremîn da ye û got di warê hejmara kewarên reş da jî di rêza yekemîn da ye.
Caner Gungorduyê Serokê Komeleya Mozvanên Bedlîsê jî diyar kir ku îsal berhema hingiv li gorî sala borî zêdetir bûye.