Haydar Şahin
16 Hezîran 2020•Rojanekirin: 17 Hezîran 2020
Milîsên Xelîfe Hefterê serokê hêzên çekdar ên nemeşrû yên li rojhilatê welêt dema ji başûrê Trablusê vekişiyan teqemenî û mayîn bi cî kirin, ji ber teqîna mayînekê sivîlekî din jî mir.
Di daxuyaniya Ofêsa Çapemeniyê ya Hêrsê da hat diyarkirin ku mayîneke milîsên Hefter li ser rêya Balafirgeha Trablusê bi cî kiribûn teqiya, sivîlekî di wesayîta ji rê derbas bû da mir, sivîlek birîndar bû.
Li gor hejmarên artêşa Lîbyayê hetanî nika parvekirin, di 10 rojên dawîn da ji ber mayînên milîsên Hefter herî kêm 31 sivîl mirin û ji 40î zêdetir sivîl jî birîndar bûn.
Artêşa Tirkiyeyê li ser daxwaza hikûmeta Lîbyayê li wargehên li başûrê Trablusê dest bi paqijkirina mayîn û teqemeniyên milîsên Hefter bi cî kiribûn kir ku sivîlên li herêmê di ewlehiyê da vegerin malên xwe.
Di vê çarçoveyê da ji bo sivîlên herêmê di ewlehiyê da wegerin malên xwe pisporên îmhekirina teqemeniyê yên Hewa, Behr û Bejayê yên Tirkiyeyê, endamên Herekata Taybet, SAS û SATê li herêmê dest bi paqijkirina teqemeniyan kiribûn.