Türkan Tosun
16 Hezîran 2020•Rojanekirin: 17 Hezîran 2020
Îsraîlê bi topan û êrîşa esmanî va hin cihên Tuxayên Îzedîn el-Qesam xist.
Berdevkê Artêşa Îsraîlê Avichay Adraee di daxuyaniya xwe ya nivîskî da got wan li başûrê Xezeyê êrîşî baregehên eskerî yên Hemasê kiriye.
Adraee got ji ber ku ji Xezeyê moşek hatin avêtin ev êrîş hat kirin.
Saziya Weşana Kamuyê ya Îsraîlê (KAN) daxuyand artêşa Îsraîlê li bakurê Xezeyê 3 cihên Hemasê hedef girt.
KANê daxuyandibû ku moşeka ji Xezeyê hat avêtin li Necefa rojava (Negev) li Eşkolê ket.