Ahmet Dursun
26 Nîsan 2025•Rojanekirin: 27 Nîsan 2025
Civîna sêyem a mizakereyên navbera Îran û Amerîkayê ya li Maskata paytextê Ummanê kuta bû.
Televizyona dewletê ya Îranê daxuyand ku mizakereyên ku di navbera Îran û Amerîkayê da li Maskatê dewam dikirin, kuta bûn.
Li Ummanê di navbera herdu welatan da hem di asta pisporan da mizakereyên teknikî hatin kirin hem jî hevdîtinên payebilind ên dîplomatîk hatin kirin.
Her du aliyan hê der heqê encama mizakereyan da daxuyanî nedaye.