Ahmet Dursun,Haydar Şahin
26 Nîsan 2025•Rojanekirin: 27 Nîsan 2025
Hat diyarkirin li başûrê Îranê ji ber teqîna li Keştîgeha Bender Ebbasê ya li peravê Kendavê Besrayê çêbû, 4 kes mirin û 516 kes jî birîndar bûn.
Serokê Teşkîlata Xilaskirin û Alîkariyê ya Heyva Sor ya Îranê Babek Mehmûdî ji televizyona dewletê ya Îranê ra axivî.
Babek Mehmûdî destnîşan kir li eyaleta Hurmuzganê, ji ber teqîna li Keştîgeha Bender Ebbasê ya li peravê Kendavê Besrayê çêbû, 4 kes mirine.
Mehmûdî diyar piştî teqînê li keştîgehê şewat derketiye û xebatên ji bo temirandina şewatê jî didomin.
Hatibû diyarkirin sedema teqînê hê nayê zanîn.
Li başûrê Îranê li Keştîgeha Bender Ebbasê ya li peravê Kendavê Besrayê nîvrokî teqîn çêbûbû.
Hatibû diyarkirin li başûrê Îranê ji ber teqîna li Keştîgeha Bender Ebbasê ya li peravê Kendavê Besrayê hejmara birîndaran derketiye 516an.