Önder Beyter
20 Berfanbar 2020•Rojanekirin: 20 Berfanbar 2020
Li welatên Amerîkaya Latîn pêketiyên cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) û her wiha hejmara kesên ku ji ber vîrusê dimirin zêde dibin.
Li gorî daneyên Wezareta Tenduristiya Brezîlyayê, di rojekê da 706 kes mirin û bi vê va hejmara miriyan derket 186 hezar û 356an, bi tesbîtkirina 50 hezar û 177 pêketiyên nû va jî hejmara pêketiyan derket 7 milyon û 213 hezar û 155an.
- Meksîka
Li gorî daneyên Wezareta Tenduristiya Meksîkayê, di 24 saetên dawîn da 627 kes mirin, 12 hezar û 129 pêketî hatin tesbîtkirin.
Li welêt hejmara miriyan derket 117 hezar û 876an, ya pêketiyan derket milyonek û 313 hezar û 675an û ya başbûyiyan jî derket 971 hezar û 115an.
- Arjantîn
Li gorî daneyên Wezareta Tenduristiya Arjantînê, di rojekê da 91 kes mirin û bi vê va hejmara miriyan derket 41 hezar û 763yan, bi tesbîtkirina 5 hezar û 795 pêketiyên nû va jî hejmara pêketiyan derket milyonek û 537 hezar û 169an. Her wiha milyonek û 362 hezar û 617 kes jî baş bûn.
- Kolombiya
Li gorî daneyên Wezareta Tenduristiya Kolombiyayê, di rojekê da 249 kes mirin û bi vê va hejmara miriyan derket 40 hezar û 268an, bi tesbîtkirina 13 hezar û 990 pêketiyên nû va jî hejmara pêketiyan derket milyonek û 496 hezar û 62yan. Her wiha milyonek û 362 hezar û 543 kes jî baş bûn.
- Peru
Li gorî daneyên Wezareta Tenduristiya Peruyê, di 24 saetên dawîn da 65 kes mirin, 2 hezar û 139 pêketî hatin tesbîtkirin.
Li welêt hejmara miriyan derket 37 hezar û 34an, ya pêketiyan derket 995 hezar û 899an û ya başbûyiyan jî derket 930 hezar û 410an.
- Şîlî
Li gorî daneyên Wezareta Tenduristiya Şîliyê, di rojekê da 50 kes mirin û bi vê va hejmara miriyan derket 16 hezar û 101ê, bi tesbîtkirina 2 hezar û 219 pêketiyên nû va jî hejmara pêketiyan derket 583 hezar û 354an. Her wiha 554 hezar û 333 kes jî baş bûn.