Önder Beyter
20 Berfanbar 2020•Rojanekirin: 21 Berfanbar 2020
Li Hindistanê ku herî zêde di tesîra cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) da ma, hejmara pêketiyan daket binê 10 milyonî, li Koreya Başûr ser hev 5 rojan zêdeyî 1000î pêketiyên nû hatin tesbîtkirin û li Çînê jî şewb bi awayekî bikontrol dewam dike.
Li gorî daneyên Wezareta Tenduristiya Hindistanê, li welêt di rojekê da 26 hezar û 624 pêketiyên nû hatin tesbîtkirin, hejmara giştî jî derket 9 milyon û 580 hezar û 402yan.
Her wiha li welêt 341 kesên din jî ji ber Kovîd-19ê mirin û hejmara miriyan derket 145 hezar û 477an, ya kesên baş bûn jî derket 10 milyon û 31 hezar û 223yan.
Li gorî malpera "Worldometer" ku daneyên li ser Kovîd-19ê berhev dike, Hindistan ji hêla hejmara pêketiyan va li dinyayê di rêza 2yemîn da ji hêla miriyan va jî di rêza 3yemîn da cî digre.
- Çîn
Di daxuyaniya Komisyona Tenduristiya Neteweyî ya Çînê da hat destnîşankirin ku li Çînê di 24 saetên dawîn da 23 pêketiyên Kovîd-19ê hatin tesbîtkirin.
Li welêt di 24 saetên dawîn da tu kes ji ber Kovîd-19ê nemir û her wiha hejmara pêketiyan jî derket 86 hezar û 829an.
Li Çînê heta niha 4 hezar û 634 kes ji ber vîrusê mirin û 81 hezar û 886 kes jî baş bûn.
- Koreya Başûr
Li gorî daxuyaniya Navenda Kontrol û Pêşîgirtina Nexweşiyan a Koreya Başûr, li welêt di rojekê da 1072 pêketiyên nû yên Kovîd-19ê hatin tesbîtkirin û hejmara giştî bi vê va derket 49 hezar û 665an.
Di 24 satên dawîn da 15 kes ji ber Kovîd-19ê mirin û bi vî awayî hejmara kesên ku ji ber vîrusê mirin derket 674an. Her wiha heta niha 34 hezar û 722 kes jî baş bûn.