Haydar Şahin
26 Hezîran 2022•Rojanekirin: 28 Hezîran 2022
Li eyaleta Kirmanê ya ku dikeve başûrê rojhilatê Îranê, bi lerza 5,4an erd hejiya.
Li gor IRNAya ajansa nûçeyan a fermî ya Îranê, navenda erdhejê navçeya Raverê ya eyaleta Kirmanê ye û li gor saeta herêmî erdhej di saet 17.37an da çêbû.
Hat gotin ku erdhej 10 kîlomêtre di binê erdê da çêbû.
Hê tu daxuyanî nehatiye dayîn ku di edhejê da tiştek bi kesî hat an jî zirar û ziyan gihîşt mal û milk an na.