Kemal Karadağ, Oğuzhan Sarı
10 Tebax 2026•Rojanekirin: 10 Tebax 2026
Lijneya Giştî ya Meclisê bi serokatiya Cîgirserokê Meclisê Celal Adan civiya.
Adan di vekirina rûniştinê da derveyî rojevê mafê gotinê da 20 parlamenteran ku di cî da biaxivin.
Di rûniştinê da "Teklîfa Qanûnê ya Xurtkirina Piştevaniya Neteweyî û Yekparebûna Civakî" ku di çarçoveya pêvajoya "Tirkiyeya Bêteror" da hat amadekirin, wê were guftûgokirin. Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî, Serokê Giştî yê ÎYÎ Partiyê Musavat Dervîşoglu jî beşdarî rûniştinê bûn.
Serokê Koma AK Partiyê Abdullah Guler, Serokê Koma CHPyê Faîk Oztrak, Cîgirserokê Koma Partiya Rêya Nû Selçuk Ozdag beriya rûniştinê çûn cem Bahçelî û destê wî toqe kir.
Parlamenterên ÎYÎ Partiyê stûmala ku alaya Tirkiyeyê ser heye li stûyê xwe alandin û alaya Tirkiyeyê danîn ser maseyên xwe.