İbrahim Atmaca
16 Mijdar 2020•Rojanekirin: 16 Mijdar 2020
Li Îranê jimara kesên ku di 24 saetên dawîn da ji ber vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) mirin, 486 zêde bû û derket 41 hezar û 979an.
Berdevka Wezareta Tenduristiyê Sîma Sadat Lariyê daxuyanî da û diyar kir, di 24 saetên dawîn da li tevahiya welêt 486 kesên din ji ber Kovîd-19ê mirin û 13 hezar û 53 pêketiyên nû hatin tesbîtkirin.
Lariyê diyar kir ku bi vî awayî jimara giştî ya miriyan derket 41 hezar û 979an, jimara pêketiyan jî derket 775 hezar û 121an.
Berdevk Lariyê destnîşan kir ku ji nexweşên Kovîd-19ê rewşa 5 hezar û 677an giran e û heta niha 564 hezar û 699 kes jî qenc bûne.
Lariyê diyar kir li Îranê heta niha 5 milyon û 505 hezar û 88 test hatine kirin û daxuyand ku temamiya 31 eyaletên welêt di nav herêmên "sor" û "birîsk" da cih digrin.
- Mirî û pêketî pir zêde bûne
Li Îranê ji ber rojane jimara pêketî û miriyan pir zêde bûn, biryara tengavkirinên nû hatibûn dayîn.
Berdevkê Lijneya Têkoşîna Neteweyî ya Koronavîrusê Elî Riza Reîsî ji 100î zêdetir bajar û navçeyên ku paytext tehran jî di nav da ye, ji 21ê mijdarê pê va dezgehên ku ne mecbûrî ne, wê werin girtin û hatibû gotin, heta ku jimara pêketiyan kêm nebe tengavkirinê wê dewam bikin.