Önder Beyter
16 Mijdar 2020•Rojanekirin: 16 Mijdar 2020
Li Qeyseriyê 4 berşikên Sûriyeyî ku di navê da qaşo "emîrê Reqayê" yê rêxistina terorê DEAŞê jî heye û di operasyona dijî DEAŞê da hatibûn binçavkirin, sewqî edliyeyê kirin.
Li cendirmeyê miemeleyên H.E, Y.Ş, M.H. û M.Eyê Sûriyeyî ku bi destê ekîbên Fermandariya Cendirmeyê Parêzgehê hatibûn desteserkirin, temam bûn.
Berşik piştî kontrola tenduristiyê ya li Nexweşxaneya Dewletê ya Qeyseriyê birin edliyeyê.
Li Qeyseriyê di operasyona ku 13ê mijdarê hatibû lidarxistin da H.Eyê qaşo "emîrê Reqayê" yê DEAŞê ku salên 2014-2018an li Sûriyeyê fealiyet meşand û Y.Şyê înfazvanê rêxistinê û her wiha M.H. û M.E. hatibûn binçavkirin.
Hatibû tesbîtkirin, H.E. piştî ku hat Tirkiyeyê, ji bo ku rêxistin zindî bimîne li Qeyserî, Riha, Stenbol, Mêrsîn û Edeneyê fealiyet meşandin.