Önder Beyter
11 Gulan 2020•Rojanekirin: 11 Gulan 2020
Li Îsraîlê hejmara kesên ku ji ber cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) mirin derket 252yan, ya pêketiyan jî derket 16 hezar û 477an.
Di daxuyaniya nivîskî ya Wezareta Tenduristiyê da hat destnîşankirin, 5 nexweşên din yên ku bi Kovîd-19ê ketin jî mirin.
Hat diyarkirin ku li welêt bi vî awayî hejmara kesên ku ji ber vîrusa koronayê mirin derket 252yan, di 23 kesên din da jî Kovîd-19 hat tesbîtkirin û hejmara giştî ya pêketiyan derket 16 hezar û 477an.
Di daxuyaniyê da her wisa hat balkişandin ku ji nexweşan jê rewşa 74an giran e, 11 hezar û 480 kes jî qenc bûn.
Li Îsraîlê di çarçoveya tedbîrên dijî Kovîd-19ê da hemû dibistan hatibûn girtin, lihevcivîna ji 2 kesî zêdetir jî hatibû qedexekirin.
Rêveberiya Tel Avîvê ji ber Kovîd-19ê, yên li Îsraîlê rûdinên ne tê da, qedexe kiribû ku biyanî bikevin welêt.