Alaattin Doğru
09 Adar 2023•Rojanekirin: 10 Adar 2023
Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron diyar kir ku ew dixwaze kurtaj têkeve qanûna bingehîn.
Li gor nûçeyên çapemeniya Fransayê, Macron ji bo 8ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê daxuyanî da.
Serokomarê Fransayê diyar kir, divê kurtaj bibe mafekî qanûna bingehîn, di vê mijarê da çarçoveya qanûnî wê meha pêş were pêşkêşkirin.
Macron diyar kir, li gor wî divê kurtaj ji dêvla referandumê bi rêya parlamentoyê têkeve qanûna bingehîn.
Li Fransayê jin dikarin heta hefteya 14em a ducanîbûnê kurtaj bibin.