Li Gazîentabê kelekela germa havînê tesîreke neyînî li jiyanê dike
Adsız Günebakan
24 Tebax 2026•Rojanekirin: 24 Tebax 2026
photo: Adsız Günebakan / AA
GAZIANTEP
Li Gazîentabê kelekela germa havînê tesîreke neyînî li jiyanê dike.
Li Gazîentaba ku pileya germahiya hewayê cih cihan di ser 40 pileyî da hat pîvan, hat dîtin ku ji ber hewaya germ qelebalixa li ser kuçe û kolanên sereke kêm bû.
Wêne : Adsız Günebakan/AA
Şêniyên bajêr ji bo kêmkirina bandora hewaya germ, li qadên bi sîber ên li parqan wextê xwe derbas dikin.
Zarok di fisqiyeyên avê yên li Parka Şahinbeyê da hem hênik bûn hem jî kêf kirin.
Sefa Arslan diyar kir, ji bo ku zarokan bînin vir, ew çaverêyî dawiya hefteyê dibin û bi hatina vir ra zarok pir kêfxweş dibin.