Ahmet Emin Dönmez,Alaattin Doğru
03 Adar 2023•Rojanekirin: 04 Adar 2023
Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron di gera xwe ya li Afrikayê da ewil çû Gabonê û li vir destnîşan ku Fransafrîka (Franceafrîque) projeya ku Fransa midaxeleyî Afrîkayê dike, qediyaye.
Macronê ji bo beşdarî civîna "ONE Forest Summît"ê bibe li Lîbrevîlleya paytextê Gabonê ye, li vir daxuyanî da.
Emmanuel Macron diyar kir ku Fransa naxwaze midaxeleyî Afrîkayê bike û got ku heyama Fransafrîkê êdî qediyaye.
Macron destnîşan kir bi saya Fransafrîkê Gabon jî di navê da di navbeyna Afrîka û welatê wî da dîrokeke hevbeş çêbûye û got ku Fransa hê jî tê sûcdarkirin ku midaxeleyî dewletên parzemîna Afrîkayê dike.
Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron diyar kir Fransa li Afrîkayê bi her kesî ra xeber dide û wiha got, "Weke mixatab Fransa midaxeleyî meseleyên navxweyî yên dewletên parzemînê nake."
- Fransa dixwaze bi parzemîna Afrîkayê ra pêwendiyên xwe nû bike
Emmanuel Macron beriya gera xwe ya li Gabon, Angola, Komara Kongoyê û Komara Demokratîk ya Kongoyê polîtîkaya nû ya Fransayê ya der barê Afrîkayê da eşkere kiribû.
Macron diyar kiribû ku dixwazin bi dewletên Afrîkayê ra rûpeleke nû vekin û ji bo hebûnên çandî yên gelê Afrîkayê bidin xebat dane destpêkirin.
Emmanuel Macron gotibû ku Fransa wê li parzemînê hejmara baregehên xwe yên eskerî kêm bike.
- Fransafrîk
Di serî da rewşenbîrên Fransî têgeha Fransafrîkê piştî Şerê Cîhanê yê Duyem li Afrîkayê ji bo polîtîkayên nû yên Fransayê dihat emilandin.
Fransafrîk wisa tê şîrovekirin ku Fransa polîtîkayên xwe yên aborî, siyasî û diplomatîk yên bi dewletên Afrîkayê ra li ser neo-mêtinkariyê ava kirine.