Ethem Emre Özcan,Ömer Koparan
03 Adar 2023•Rojanekirin: 05 Adar 2023
Li rojavayê bakurê Sûriyeyê ku erdhejên Meraşê lêxist hin cinazeyên ji bin kavilan derxistin bi destê nas û dostan hatin definkirin lê hin kesên ku kesî ew nas nedikir jî li goristana bêxwediyan bi pergala "qeyda dirûv" va hatin definkirin.
Li Sûriyeyê mexdûrên erdhejê yên hêdî hêdî bi ser xwe va tên hêvî dikin ku gorên xizmên xwe tespît bikin û navê wan li ser kêlik binivîsin.
Ji ber şerê navxweyî yê ev 12 sal e dewam dike li Sûriyeyê gel di nav zor û zehmetiyan da dijî û bi erdhejên di 6ê Sibatê da li Meraşê qewimîn va jî mexdûriyeta wan zêdetir bû.
Erdhejên di 6ê Sibatê da ku li Bazarcix û Elbistana navçeyên Meraşê çêbûn li rojavayê bakurê Sûriyeyê jî bûn sedema zirar û ziyaneke mezin.

Li herêmên erdhejê lêxist bi hezaran kes di bin kavilên mal û avahiyan da man û can dan, cinazeyê hinek kesan ji alî nas û dostan va hatin definkirin lê hin kes jî bê xwedî li holê man. Cinazeyê kesên bêxwedî bi destê rêvebirên herêmî û gelê herêmê bi pergala "qeyda dirûv" va hatin definkirin.
Ev rêbaz ji bo kesên ku di êrîşên rejima Esed da can didan dihat bikaranîn û kesên di êrîşên ser mizgeft, dibistan û ciyên bazarê da can didan bi vê rêbazê dihatin definkirin.
Bi vê pergalê va wêneya kesê wefat kiriye berî bê definkirin bi têlefona bêrikê tê kişandin, çi li serê heye tê nivîsandin, der heqê şekl û şemalê wî da agahî tên dayîn û ev wek dane tên qeydkirin.
Cinazeyên ku miameleyên wan ên qeydê diqedin paşê di gorên nîşankirî û bi nimare da tên definkirin.

- Dirûvê cinazeyên bêxwedî di hişê xwe da qeyd kir
Mehmûd Eliyê 55 salî ku li Cindirêsa bajaroka ser Efrîna navçeya Sûriyeyê dijî di definkirina kesên di erdhejan da can dan, xebitî.
Eliyê ku di erdhejê da mala wî xerabû, malbata xwe di konekî da bi cî kir û paşê tevlî xebatên lêgerîn û xilaskirinê bû.
Elî got ku dirûv û şemala kesên ku nasnameyên wan nediyar bûn û cinazeyên wan li goristina beldeyê hatine veşartin di hişê xwe da girtiye.
Elî her roj tê û demekê zemanê xwe li goristinê derbas dike û ji kesên ku li xizmên xwe digerin ra salix dide û behsa dirûv û şemala cinazeyan dike.
Mehmûd Elî ji nûçegihanê AAyê ra diyar kir kesên li vir hatine definkirin nedihatin naskirin û wiha axivî, "Ji ber teşqeleya di dema erdhejê da kesî kes nas nedikir. Li vir zarok jî hebûn. Ji zarokan yek fanoriyekî kesk lê bû û yek jî fanoriyekî sor lê bû."

Elî destnîşan kir li herêmê felaketeke mezin çêbû û wiha peyivî, "Min dirûvê hemû kesên ku li vir hatine veşartin di hişê da qeyd kirin. Gava kesên bên li nas û xizmên xwe bipirsin ez behsa dirûvê wan dikim û dixwazim bibim alîkar. Ez her roj têm vê derê."
Wezîrê Tenduristiyê yê Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê Meram eş-Şêx jî der barê kesên nasnameya wan nediyar da wiha got, "Me dirûv û şemala wan qeyd kir û hê di pey ra defin kir. Cinaze gorî rêbaza cinaze û gorî nimroyê hatine veşartin. Ji ber ku di pêşerojê da dibe ku hin kes bixwazin mezelên xizmên xwe bibînin me wêneyên cinazeyan (beriya defin bikin) kişand."
Meram eş-Şêx destnîşan kir qeyda mezelên kesên nediyar ji meclisên herêmî ra jî şandine û got ku ji bo tesbîtkirina nasnameyan em amade ne ku hûrgiliyên van qeydan bi saziyên eleqedar ra jî parve bikin.
Meram eş-Şêx destnîşan kir gelê Sûriyeyê di dema êrîşên rejima Esed û alîgirên wê da jî felaketên wiha dîtin û wiha got, "Hin kesên ku ji ber bombardûmanê êdî cinazeyên wan nedihatin naskirin, ji bo îhtimala di pêş da testa DNAyê bê kirin me ji wan xwîn hildaye."