Zana Natık Kerem
03 Mijdar 2022•Rojanekirin: 05 Mijdar 2022
Di 14emîn Kongreya Asayî ya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) de ku cara yekê ye li bajarê Duhokê hat lidarxistin, Mesûd Barzanî dîsan weke serokê giştiyê partiyê hat hilbijartin.
Di kongreya ku biryar e 3 rojan berdewam be de zêdetir ji hezar endam beşdar in û li tenişt Serokê Giştî, Cîgirên Serokê Giştî jî hatin hilbijartin.
Di meha tebaxa îsal de PDK ji bo hilbijartina endamên rêvberiya partiyê civiya bû. Herwiha ji 800 endaman 600 endam mafê wan ên dengdanê heye û ji sedî 25 jî kotaya jinan heye.
- Mesûd Barzanî weke Serokê Giştî û Nêçîrvan Barzanî û Mesrûr Barzanî jî weke Cîgirên Serokê Giştiyê PDKê hatin hilbijartin
Li gorî Karnameya 14emîn Kongreya Asayî Mesûd Barzanî weke Serokê Giştiyê PKDê û her yek ji Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) cîgirê yekem û Serokwezîrê HKIyê Mesrûr Barzanî jî weke cîgirê duyem ê Serokê Giştiyê PDKê hatin hilbijartin.
PDKya ku li HKIyê ji ber şerê DAEŞa rêxistina terorê 12 sal e kongre girênedabû 13emîn kongreya xwe di meha 12an a 2010an de li dar xistibû.
Li gorî peyrewa navxweyî ya PDKê, pêdivê ji 4 salan carekê kongre bê li darxistin lê belê ji ber şerê dijî DEAŞa rêxistina terorê û rewşa nelibar a tenduristiyê (Kovîd-19) kongreya 14emîn hatibû lipaşxistin.
Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) sala 1946an hatiye avakirin. Halê hazir di hilbijartinên HKIyê de roleke serekî dilîze.