Haydar Şahin
22 Gulan 2018•Rojanekirin: 23 Gulan 2018
TUNCELÎ
Pêşbaziya Gava 2yan a Şampiyonaya Raftîngê ya Tirkiyeyê ew ê sibê li Çemê Munzurê dest pê bike. Hedef ew e ku bi vê organîzasyonê va parkura herî dirêj a welêt bidin nasîn û têxin marqa.
Pêşbaziya Gava 2yan a Şampiyonaya Raftîngê ya Tirkiyeyê ew Ê di navbera 23-27ê gulanê da li ser Çemê Munzurê were lidarxistin, beriya pêşbaziyê hemû amadehî hatin temamkirin.
Çemê Munzurê ji nav Parka Neteweyî ya Geliyê Munzurê ra derbas dibe, ligel xweşikahiyên xwe yên tebiî di van salên dawîn da bi spora raftîngê jî balê dikişîne.
Parkura herî dirêj a raftîngê ya Trikiyeyê li ser Çemê Munzurê ye. Parkur ji Pireya Venkê dest pê dike, nav bajêr ra derbas dibe û 33 kîlomêtre dewam dike. Kêmzêde 6 saetan meriv dikare bênavber raftîngê bike.
Gelek kes ji bajarên der û dorê tên û li ser Çemê Munzurê raftîngê dikin û demên xweş derbas dikin.
Walîtî û Şaredariya Tûnceliyê pîlan dikin ku bi hevkariyê va li ser çêm parkura çêkirî ya raftîn û kanoyê ava bikin. Hedefa wan ew e ku hem li welêt hem jî li dervayê welêt çêm bidin nasîn.