Nihat Kavşut
14 Nîsan 2018•Rojanekirin: 15 Nîsan 2018
BRUKSEL
Konseya Atlantîka Bakur ya NATOyê ji bona operasyona Amerîka, Îngilistan û Fransayê ya dijî rejima Esed wê derasayî bicive.
Rayedarekî NATOyê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û destnîşan kir NATO wê li baregeha Brukselê piştî nîvro ji bona nirxandina rewşa Sûriyê derasayî bicive û mutefiq êrişên dijî rejima Esed gotûbêj bikin.
Li gor agahiyan di konseyê da wê nûnerên Amerîka, Îngilistan û Fransayê der barê êrişên li Sûriyeyê da mutefiqên din agahdar bikin.
Konseya Atlantîka Bakur ya NATOyê di serokatiya Jens Stoltenbergê Sekreterê Giştî da bi beşdariya nûnerên daimî yên 29 dewletên endam bicive.