Haydar Şahin
14 Nîsan 2018•Rojanekirin: 15 Nîsan 2018
BRUKSEL
Donald Tuskê Serokê Konseya Yekîtiya Ewropayê (YE) diyar kir ku piştgiriyê didin herekata Amerîka, Îngiltere û Fransayê piştî bikaranîna sîlahên kîmyayî ya li Dûmayê birin ser rejima Esed.
Tusk di hesabê xwe yê medyaya civakî da peyamek weşand û got, "Operasyona bi destê Amerîka, Îngiltere û Fransayê hat kirin nîşan da ku rejima Sûriyeyê hetanî berdêlekê nede ew ê nikaribe bi Rûsya û Îranê ra vê trajediya mirovahiyê bidomîne."
Tusk wiha nivîsî: "YE wê li cem mitefîqên xwe yanê li aliyê gel cî bigre."
Hatibû ragihandin ku Amerîka, Îngiltere û Fransayê di çarçoveya êrîşa li dijî rejima Esed da li navenda lêkolîna sîlahên bijehrî ya li nêzî Şamê, depoya sîlahan a li rojavayê Humsê û navenda fermandariya sîlahan xistin.