04 Cotmeh 2016•Rojanekirin: 05 Cotmeh 2016
KATMANDU
Nepal ji ber erdheja ku qederê sal û nîvek berê çêbû û tê da ji 8 hezarî zêdetir kes mirin û mîrateya çandî zirareke mezin dît, li benda alîkariya navneteweyî ye.
Xelkê ku li paytext Katmanduyê dijî piştî erdheja ku di 25ê Nîsana 2015an da çêbû û lerza wê 7,8 bû, di avahiyên xirab da dimînin û di dikanên ku zirar dîtine da debara xwe dikin.
Nepal ji ber erdheja ku tê da ji 8 hezarî zêdetir kes mirin û ji 19 hezarî zêdetir kes jî birîndar bûn, ji bo mîrateya çandî ya ku zirareke mezin dît, li benda alîkariya navneteweyî ye.
Hikûmeta Nepalê digel 1,5 sal bi şûnda hê jî restorasyona berhemên çandî yên ku di navê da perestgehên girîng ên hindûîzm û budîzmê jî hene nebiriye serî. Berhemên girîng ên ku rabirdûya wan bi hezaran salan bi paş da diçe, bi tevdîrên demborî va hewl tê dayîn ku li ser piyan bê hiştin.
- Piştevaniya UNESCO divê bête zêdekirin
Bona hin berhemên ku di navê da 3 qesr jî hene yên li Gera Katmanduyê ya ku di lîsteya Çand û Kelepora Dinyayê ya UNESCOyê da ye, xebata restorasyoneke bisînor dan destpêkirin. Di xebatên restorasyonê da karkerên jin jî dixebitin.
Ji bo temîrkirina berhemên dîrokên yên ku di nav wan da perestgehên kevn û merzelên Qiralên Nepalê hene dibê UNESCO piştgiriya xwe zêde bike.
Heke li Katmanduyê erd carekê dîsa biheje dibe ku perestgeh, qesr û xaniyên gelê Nebalê yên ku zirar dîtine jî hilweşin.
Xêncî bawermendên hindûzîm û budîzmê yên li dorberê tûrîstên rojavayî jî tên ziyareta Katmanduyê, ji ber ku xizmetên binesaziyê kêm in li bajêr jiyan zor e. Li Katmanduyê 5 milyon kes dijîn û pirsgirêka bajêr a herî mezin tirafîk û qirêjiya der û dorê ye.