Sevim Hatun
04 Cotmeh 2016•Rojanekirin: 04 Cotmeh 2016
KERKÛK
Li Iraqê, ji Havîceya navçeya Kerkûkê ku di kontrola DAEŞa rêxistina terorê da ye 800 kes ji bo xwe bispêrin herêmên ewledar bi rê ketin û xwe gihandin mewziyên pêşmergeyê.
Midûrê Daîreya Koç û Koçberan a Kerkûkê Ammar Sabah ji nûçegihanê AAyê ra wiha daxuyand: "Ji navçeya Havîceyê ku ev zêdetirî du salan e di kontrola DAEŞa rêxistina terorê da ye, 800 sivîl revîn û xwe sipartin baregeha pêşmergeyê ya Mekteb Xalîd."
Sabah diyar kir ku sivîlên ku revîn hemû ji navçey Havîce û guhdên derdora wê ne.
Sabah got ku ji roja ku DAEŞ derket holê vir va li navenda Kerkûkê û herêmên derdora wê koçkirin gelekî zêde bû û wiha dewam kir: "Heta niha nêzî 117 hezarî malbat derbasî navenda bajêr bûn."
-Me mirin dît
Selma Ahmeda ji koçberan got ku du salan jiyana wan li wan herimî, di nav man û nedamê da roj derbas dikirin.
Ahmedê wiha xeberda: "Ne nan hebû ne jî av. Ceyran her roj dihat birîn. Karim bibêjim ku me mirin dît. Ji bo em ji destê DAEŞê xilas bibin, em 10 saet di zeviya bimayin da meşiyan."
Havîceya navçeya Kerkûkê ya dikeve bakûrêrojavayê herêmê ji hezîrana 2014an vir va di kontrola DAEŞa rêxistina terorê da ye.