Li başûrê Kerkûka Iraqê operasyona pêşmergeyan a li dijî DAÎŞê dewam dike.
Li gor agahiyên nûçegihanê AAyê pêşmerge bi alîkariya balafirên şer ên koalîsyona navneteweyî êrîşî kozikên DAÎŞê dikin. Operasyona pêşmergeyan 2 roj in dewam dike û di encama operasyonê da 30 gundên stratejîk ên di navbera Mûsil, Kerkûk û navçeya Hawîceyê da ketin destê pêşmergeyan. Pêşmerge niha jî dixwazin Hawîceyê rizgar bikin.
Li herêmê operasyon dewam dike û pêşmerge bombe davêjin herêmên ku sivîl jê vekişiyane. Balafirên şer ên koalîsyonê jî ji hewayê va alîkariyê didin pêşmergeyan.
Yekîneyên pêşmergeyan do sibehê bi alîkariya Hêzên koalîsyonê li başûr û rojhilatê Kerkûkê li dijî kozikên DAÎŞê operasyon dabûn destpêkirin. Di şer da çekên giran tên emilandin û 20 gund hatibûn xilaskirin. Hatibû îdiakirin ku di pevçûnan da 150 milîtanên DAÎŞê hatine kuştin.