NETEWEYÊN YEKBÛYÎ
Pêşangeha hin wêneyên 11 hezar kesên ku ji aliyê rejîma Sûriyeyê ve bi êşkence û rêbazên hovane ve hatin kuştin li Navenda Giştî ya NYyê ya li New Yorkê vebû.
Wêneyên ku bi destê Anadolu Agencyê hatin belavkirin û didin îsbatkirin ku rejîma Esed li Sûriyeyê sûcê şer dike. Projeya pêşangehê bi alîkariya 16 welatên ku tê de Tirkiye, DYA, Qatar, Fransa û Brîtanya jî heye ve hat amadekirin.
Nûnerê Taybet ê NY û DYAyê yê Koalîsyona Hêzên Neteweyî yên Şoreşger û Muxalif ên Sûriyeyê (HŞMS) Necîb Ghadbian di vekirina pêşangehê de axivî û diyar kir ku hê jî li Sûriyeyê bûyerên wehşetê yên ku dişibine wêneyan didomin.
Ghadbian bal kişand piştî ku DÎŞI derket holê û kiryara sûcên şer ên ku rejîma Esed dike kete paş û wiha domand:
"NY û civata navteweyî hesabê qetlîamên rejîma Esed napirsin, ev jî dibe sedem ku komên radîkal piştgiriyê bistînin."
Ghadbian destnîşan kir ku rejîma Esed di sala 2014an de 32 hezar û 507 kes kuşt û ji sedî 75ê van kesan jî sivîl bûn û wiha berdewam kir: "Aniha jî biqasî 200 hezar Sûriyeyî di girtîgehan de ne û êşkenceyên mîna yên wêneyan dibînin."
- "Kiryar divê bê ceza nemînin"
Nûnerê Daîmî yê Tirkiyeyê yê NYyê Halît Çevîk jî di axaftina xwe ya di vekirinê de diyar kir ku qewimînin ku li Sûriyeyê pêk hatin, kengê ku gel teleb û daxwaza xwe ya meşrû anî ziman wê çaxê rû dan.
Çevîk bal kişand ku kiryar herdem bê ceza man û wiha xeber da: "Rejîma Sûriyeyê dê hesabê kiryarên xwe bide. Gelê Sûriyeyê jî dê welatên xwe ji kavil û xerabiyê xelas bikin û ji nû ve ava bikin."
Çevîk li dû vekirinê daxuyanî da peyamnerê AAyê û diyar kir ku armanca pêşangehê ew e ku rêgeza hesabdayînê nede jibîrkirin.
Pêşangehê heta 20ê adarê vekirî bimîne.