TBMM
AK Partiyê pêşniyaza guherîna Destûra Bingehîn a pêş dibîne ku doza girtina partiyên siyasî li ser daxwaza Serdozgerê Komarê yê Daraza Bilind ve bi destûra komîsyona ku dê li Parlementoyê bê avakirin bê vekirin, hikmê "bi temamî" girtina partiyên siyasî bila bê rakirin, pêşkêşî Serokatiya TBMMyê kir.
Pêşniyaz bi îmzeya cîgirserokên Koma AK Partiyê Mûstafa Elîtaş, Mahîr Unal, Belma Satir, Ahmet Aydin û Nacî Bostanci û 223 parlementeran hat pêşkêşkirin.
Dahat û xerckirinên partiyên siyasî dê li gor armancên wan be. Tetbîqkirina vê rêgezê dê bi qanûnê bê verastkirin. Dîwana Kontrola Malî dê kontrola malî ya partiyên siyasî bike. Dîwana Kontrola Malî mal berhevkirina partiyên siyasî, dê tespît bike ka dahat û xerckirinên partiyên siyasî li gor qanûnê ne an na, rêbazên kontrola vê mijarê û mueyyîdeyên ku dê di dema cudahiyê de bên tetbîqkirin, dê bi qanûnê bê nîşandan. Biryarên ku Dîwana Kontrola Malî di encama vê kontrolê de da, dê teqez bin.
Dozên der barê girtina partiyên siyasî de dê bi daxwaza Serdozgerê Daraza Bilind bê TBMMê. Dê li TBMMyê komîsyoneke ku ji her partiyê siyasî yên di parlementoyê de ne 5 endam tê de cî bigirin. Dema ev daxwaz hat TBMMyê dê bi destûra ku ji sêyan duyê komîsyonê qebûl kir û bi awayekî veşartî deng da, doz bê vekirin. Dadgeha Destûra Bingehîn dê der barê dozê de biryara dawîn bide.
Serokê Parlementoyê dê serokatiya komîsyonê bike lê belê dê nekare deng bide. Biryarên dadgehê dê derveyî kontrola darazê de be.
Piştî ku daxwaza destûrê gihîşt parlementoyê dê di nav 30 rojan de komîsyon bê avakirin. Komîsyon dê biryara xwe piştî ku daxwaza destûrê gihîşt parlementoyê herî dereng divê di nav 60 rojî de bide. Komên partiyên siyasî yên di parlementoyê de dê bi daxwaza destûrê nekarin hevdîtinê bikin. Avakirina komîsyona ku dê biryara destûrê bide, rê û rêbazên hevdîtina daxwaza destûrê dê bi Tuzuka Navxweyî ya Parlementoyê bê verastkirin.
Dadgeha Destûra Bingehîn şûna girtinê li gor giraniya kiryarên ku bûn sedemê dozê dê bikaribe biryarê bide ku arîkariya dewletê an qet nedin an jî hinek kêm bikin û wisa bidin partiya siyasî.
Qedexeya siyasetê ya ku ji bo damezrîner jî di nav de endamên partiyê yên ku bi daxuyanî û faliyetên xwe dibin sedemê girtina partiya ji 5 salan dê bikeve 3 salan.
-Hincet
Di hinceta pêşnûmayê de hat destnîşankirin ku ji Destûra Bingehîn a 1961an heta niha li Tirkiyeyê bi biryara Dadgeha Destûra Bingehîn 25 partiyên siyasî hatin girtin, li tevahiya welatên Ewropayê 6 partiyên siyasî hatin girtin.
Hat diyarkirin ku der barê girtina partiyên siyasî de li hember biryaran li dijî Tirkiyeyê serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê hat dayîn. Hat destnîşankirin ku dadgehê ji bilî yek ji van serlêdanan der barê hemû serlêdanan de biryara îxlalê da.