20 Mijdar 2016•Rojanekirin: 24 Mijdar 2016
HESEKÊ
Li Qamişloya navçeya Hesekêya Sûriyê rêxistina terorê PYD/PKKyê ji ber hinceta ku xwendekaran berevajiyê îdeolojiya rêxistinê perwerde dike, dibistanek girt.
Li gorî agahiya ku peyamnerê AAyê ji rayedarên dibistanê û weliyên xwendekaran ên ku ji ber ewlekariyê nexwestin navê wan bê eşkerekirin stand, milîtanên PYD/PKKyê avêtin ser dibistana hîndekariya navînî ya Manahîl Elbîr ku ev demek bû rêveber û xwediyên wê tehdîd dikirin.
Li dibistana ku danê sibê û êvarê tevda nêzîkî 2 hezar xwendekarî lê perwerdeyê dibînin, bi destê mensûbên rêxistina terorê xwendekar ji dibistanê hatin derxistin.
Mensûbên rêxistinê ji xwendekaran ra gotin ku êdî neyên dibistanê û paşê jî deriyê bînayê kilît kirin.
PYD/PKKyiyan got, ji ber ku rêveberên dibistanê jî digel hişyariyan li gor mufredata rêxistinê perwerde nedan, wan dibistan girt.
PYDya şaxa Sûriyê ya PKKya rêxistina terorê li ser dibistanên Hesekê û herêmên ku di destê wan da ne, mufredateke li gor îdeolojiya rêxistinê ferz dike. Bi vê mebestê rêxistinê pirtûkên dersê yên nû çap kirin û dixwazin ku bi zorê perwerdeya baweriyên beriya îslamê û netewperweriya nijadî bidin zarokan. Di pirtûkên dersê propagandaya terorîstên PYD/PKKê û serkirde Abdullah Ocalan tê kirin.
Rêxistinê di 9ê cotmehê da li Qamişloyê avêtibû ser Dibistana Taybet a Hêvî û Aştiyê, di 10ê cotmehê da avêtibû ser Koleja Taybet a Firatê, di 24ê cotmehê da li bajaroka Dêrikê avêtibû ser Dibistana Taybet a Ermeniyan. Rêxistina terorê rêveberên dibistanan tehdît kiribû û ji wan ra gotibûn ku heke hûn xwendekarên kurd hildin, ew ê dibistanên wan bigrin.