21 Mijdar 2016•Rojanekirin: 22 Mijdar 2016
PARÎS
Li Parîsa paytexta Fransayê di mitînga dijî terorê terorê de, komeke endamên PKKyê bi çovên hesin êrîş bir ser çalakvanan, hin jin û zarok birîndar bûn.
Li Qada Repûblîqûe ya Fransayê bi piştgiriya rêxistinên civakî yên sivîl ên Tirk mitînga "Pêşwazî li Demokrasiyê, Lanet li Terorê" wê bihata kirin. Komeke endamên PKKyê hê ku mitîngê dest pê nekirbû bi molotof, çovên hesin û fişekên hewayî êrîş kir. Di bûyerê de herî kêm 5 kes birîndar bûn.
Hat ragihandin ku birîndar li ser piya hatin dermankirin, polês hê jî li pey kiryaran e.
Şabidên bûyerê gotin ku armanca koma PKKyî ew bû ku miletê bitirsînin û rê li pêşiya wan bigirin nehêlin mitîngê li dar bixin.