Fatih Gazioğlu
14 Nîsan 2018•Rojanekirin: 14 Nîsan 2018
MOSKOVA
Berdevka Wezareta Karên Derva ya Rûsyayê Mariya Zaharovayê bertek nîşanî operasyona Amerîka, Îngiltere û Fransayê ya dijî rejima Sûriyeyê kirin da.
Zaharovayê li ser hesaba xwe medyaya civakî daxuyaniyek da û wiha got:
"Di serî de ji bona gelê Sûriyeyê, bihara Ereban bi kar anîn, paşê DEAŞ, niha jî moşekên Amerîkayê yên biaqil. Bi vê êrîşê derbeyek li paytexta vê dewleta deshilatdar dan ku salên dûr û dirêj hewl da li hember êrîşên terorê li ser piya bisekine."
Zaharovayê diyar kir ku li pişt vê êrîşê dewletên xwe 'mezin û biexlaq' dibînin hene û îdia kir ku Qesra Spî li ser agahiyên ku çapemeniyê cih girtibûn hereket kiriye û wiha dewam kir:
"Di çapemeniyê hat nivîsandin ku li Sûriyeyê çekên kîmyayî hatine bikaranîn. Amerîkayê li gor van agahiyan got bûyer teqez e. Piştî vê daxuyaniyê divê çapemeniya Amerîkayê û rojavayê berpirsyariya xwe fêm bike. Beriya 15 salan Qesra Spî tupa ceribandinê bi kar anîbû, niha Washingtonê şûna tupan çapemenî bi kar anî."