Şenhan Bolelli
23 Îlon 2025•Rojanekirin: 24 Îlon 2025
Serokwezîrê Îspanyayê Pedro Sanchez di konferansa Neteweyên Yekbûyî (NY) da ku bi mebesta piştgiriya çareseriya 2 dewletî hat lidarxistin got, "Em hinekî safî biaxivin, dema yek ji herdu dewletan mexdûrê jenosîdê be, çareseriya 2 dewletî pêkan nîn e."
Sanchez di Konferansa Navneteweyî ya Asta Bilind a li ser Dîtina Çareseriyek ji bo Pirsgirêka Filistînê û Bicîhanîna Çareseriya 2 Dewletî da, ku di bin çavdêriya Neteweyên Yekbûyî de, bi pêşangiya Fransa û Erebistana Siûdî hat lidarxitin, axivî.
Sanchez diyar kir ku ji bo qirkirina Îsraîlê ya li Xezeyê ti şert û mercên sivikker nînin û kes nikare bêje ku hay kesî ji qirkirinê tunebû, nedîtibû an jî ji wê ne haydar bû û got, "Tekane hêviya li Xezeyê ew e ku bizanin cîhanê ew ji bîr nekiriye."
Sanchez got, "Rast e ku me îro di vê konferansê da bi daxwaza çareseriyek 2 dewletî gaveke krîtîk avêt. Lê bila em zelal bin. Em hinekî safî biaxivin, dema yek ji herdu dewletan mexdûrê jenosîdê be, çareseriya 2 dewletî pêkan nîn e. Ev konferans kiryarek serhildana exlaqî ye li dijî bêxemiyê û paşguhkirinê. Ew di heman demê de pabendbûnek kolektîf e ji bo rawestandina barbarîzmê û vekirina rê li ber aştiyê."
Sanchez tekez kir ku dîrok dê wan kesên ku li ser tiştên ku li Xezeyê diqewimin bêdeng dimînin, darizîne û got, "Dîrok dê me darizîne û darizandina wê dê bêrehm be li dijî wan kesên ku bêdeng dimînin an jî barbariyê paşguh dikin. Îspanya biryar dide ku bêdeng nemîne û tevbigere. Îspanya ji bêdengiya ku wê dike şirîkê vê wehşetê ra dibêje na.”
Serokwezîr Sanchez diyar kir ku Îsraîl gelê Filistînê tasfiye dike û li Xezeyê jin, zarok û pîr û kalan dikuje û tekez kir ku divê ev komkujî were rawestandin.
Sanchez destnîşan kir ku "Divê Dewleta Filistînê bibe endamek tam ê NYê bi mafên wekhev mîna hemû endamên din û divê ji mafên mirovan ên herî bingehîn sûd werbigire."
Sanchez diyar kir ku heta ku qirkirina li Xezeyê neyê rawestandin, Îspanya dê li dijî Îsraîlê gavan bavêje û diyar kir ku ji bo gelê Xezeyê û Filistînê hîn jî hêvî heye.